26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî: PDKê hewla çalakirina Perlemantoya Kurdistanê dide

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî di civînekê de ligel şandeke Parlemantoya Brîtanya de ragihand ku PDKê hewla çalakirina Perlemantoya Kurdistanê dide. 

 

Di wê hevdîtinê de, Hewramî ji şanda mêvan re behsa rewşa siyasî û leşkerî ya navçeyê û Kurdistanê kir û got Herêma Kurdistanê gelek qurbanî ji bo azadiya mirovatiyê da, lê mixabin li gorî wan qurbaniyan piştgîrî û alîkariyên pêwîst jê re nehat, lewma daxwaza alîkariyên leşkerî dikin bo jinavbirina terorê.

 

Hewramî behsa rewşa navxwe ya Kurdistanê jî kir û got ku rast e nakokiyên siyasî li Herêma Kurdistanê hene lê ev yek nayê wê wateyê ku rewşa Kurdistanê xerab e û nearamî lê heye. Herwiha da zanîn ku hinek aliyên siyasî ji demokrasiyê fêm nekirine û rewşê aloz dikin, lê PDKê niha hewla çalakirina Parlemantoya Kurdistanê dide.

 

Şanda Brîtanya bi çavekî mezin li qehremaniya Hêzên Pêşmerge nerî û spasiya wan kir û got, eger ew vegerin welatê xwe dê piştgîrî û hevkariyên zêdetir bidin Herêma Kurdistanê, ji ber ku ji wan re eşkere bû ku gelê Kurdistanê gelekî dilfireh û xwedî nirx in û deriyê xwe ji koçberan re vekirin.

Nûçeyên têkildar