Pêşmerge li gorî pilana leşkerî Başîkê rizgar dikin
__2016_08_21_h16m42s34__HK.jpg)
Başîk-KDP.info- Roj bi roj navçeya di bin destê DAIŞê de li Deşta Neynewa û li navçeyê biçûktir dibe û fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, her eniyek ku Hêzên Pêşmerge lê bin DAIŞ li wir pir lawaz bûye û Hêzên Pêşmerge li gorî pilanekî leşkerî navenda Başîkê rizgar dikin.
Eqîd Cadir Qadir Fermandarê Pêşmerge li eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand, her eniyek ku Hêzên Hêzên Pêşmerge lê bin DAIŞ li wir pir lawaz bûne û rastî şikestineke mezin hatine. Li eniya me jî tenê Başîk maye û ew jî di bin dorpêça me de ye û li gorî pilanekî leşkerî tê rizgarkirin.
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got, di 20 rojên borî de gelek xelk ji bin destê DAIŞê koçber bûne û hatine navçeyên bin destê Hêzên Pêşmerge û ev yek jî tê wê wateyê ku xelk ji wan bêzar bûne û ew terorîst jinav diçin.




