26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Siyasetmedarên Bakur daxwaza piştevaniyê ji Serok Barzanî dikin..Pêvajoya aştiyê hêviya Kurdan bû

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarên Kurd li Bakurê Kurdistanê daxwaza piştevaniyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û dibêjin, pêvajoya aştiyê hêviya Kurdan bû bo çareserkirina pirsgirêka wan.

Piştî girtina Hevserokên HDPê ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve, dilgiranî li cem aliyên siyasî yên Kurdistanê çêbû, di nava wan de jî PDKê ku dibêje, “ desteserkirina Hevserokên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş û Figen Yûksekdag û hejmarek li parlementerên wê partiyê, em dilgiran kirine û em di wê baweriyê de ne ku tevgerên wiha rewşê aloztir dikin û xizmeta aştî û gotûbêjên siyasî nakin.”

Siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê jî daxwaza piştevaniyê ji Serok Barzanî dikin û dibêjin divê, pêvajoya aştiyê cihê siyaseta niha ya dewleta Tirkiyê bigire.

Osman Ocalan siyasetmedarê Kurd ji malpera KDP.info re ragihand: “Pêvajoya aştiyê ber bi têçûnê ve çû, di dema ku Serok Barzanî gelek caran daxwaz ji Hikûmeta Tirkiyê kiribû ku dîsa pêvajoya aştiyê destpê bike. Lê serkirdeyên PKKê li Qndîlê û berpirsên Tirkiyê naxwazin pirsgirêkan bi siyasetê çareser bikin û berê xwe didin şer.”

 

Ocalan wiha got: “Di dema ku pêvajoya aştiyê zindî bû, me didît ku ku çawa doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê pêşve diçe, lê niha siyaseta şaş bû sedem ku ne Hikûmeta Tirkiyê û ne jî PKKê nikaribin bigihên armanca xwe û di dawiyê de xelkê Bakurê Kurdistanê ziyanê datînin. Tişta ku niha dewlet dike li dijî pêvajoya demokrasî û aştiyê ye, lewma divê herdu alî vegerin ser maseya diyalogê û demildest hevserokên HDPê bên berdan.”

 

Her derbarê wê yekê de, Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: ”Serok Barzanî gelek hewl da ku ew tevgera siyasî ya ku li Bakurê Kurdistanê heye bi aliyekî de biçe ku beşdariya Kurdan bû di parlemantoyê de û têkelbûna di pêvajoya aştiyê de bû. Lê PKKê ew yek têk bir. Rojek dê bê û PKK û dewleta Tirkiyê dê bêjin jibilî pêvajoya aştiyê ti çareseriyeke din tune ye. Herwiha gerek siyaseta Serok Barzanî li ser asta navdewletî, herçarperçên Kurdistanê sûdê jê bibînin û kar bikin bo nemana şer li navçeyê.”

 

Hevdem îro li bajarê Amedê, Hevseroka KCDê Leyla Goven di kongireyekî rojnamevanî de ragihand, Barzanî xwedî giraniyekî dîplomatîk e li Tirkiyê, lewma em daxwaz dikin ku navbeynkariyê bike di vê rewşa niha ya Tirkiyê de.

Nûçeyên têkildar