Ebadî li Hewlêrê ye.. Serok Barzanî û Ebadî di civînê de ne

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hat Hewlêrê û niha ew û Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de ne.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi helikoptereke serbazî gihîşt Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Firokxaneya Nawdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya wî kir û niha di civînê de ne.
Li gorî zanyariyan, her yek ji Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînê de ne.
Serdana Ebadî ji nişkê ve bû û ji Bertela bi helekopterekî leşkerî hat Hewlêrê.
Ev serdana yekem a Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bo Herêma Kurdistanê ye piştî destpêkirina operasyona Mûsilê.




