Fermandarê Başîkê: DAIŞ heta 15 rojên din bidawî dibe
__2016_11_05_h16m19s14__HK.jpg)
Başîk-KDP.info- Berpirsê eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge dibêje, rewşa terorîstên DAIŞê pir xerab e û bi temamî lawaz bûne, hevalên wan xwe teslîm dikin û tê pêşbînîkirin ku heta 15 rojên din DAIŞ bi dawî were.
Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî ji malpera KDP.info re ragihand: “Niha Başîk ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve bi temamî hatiye dorpêçkirin û hejmarek terorîstên wan tê de ne, ku nikarin birevin û yek ji wan naflite. Em hez dikin ku bilez navenda Başîkê rizgar bikin û em niha dikarin, lê em li gorî pilana leşkerî pêşdikevin û emê çend rojên bên dest bi wê operasyonê bikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Li gorî zanyariyên me terorîstên DAIŞê li hemû eniyan li nava Mûsilê jî rewşa wan pir xerab e û berpirsên wan ên pilebilind ber bi Sûriyê ve diçin. Ez dibêjim nikarin li Mûsilê jî bergiriyê bikin.”




