26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keval: Gerek Tirkiye sûd ji ezmûna Başûr werbigire..Bi tundiyê pirsgirêk çareser nabin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Pisporekî karûbarê Tirkiyê Dr. Mûsa Keval dibêje, pirsa Kurdî li wî welatî bi şer û tundiyê çareser nabe, pêwîst e Enqere sûd ji ezmûna Herêma Kurdistanê ligel pêkhateyan werbigire û dûbare dest bi pêvajoya aştiyê bike.

Dr. Mûsa Keval ji malpera KDP.info re ragihand: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xebatekî mezin kirin bo çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê û pêvajoya aştiyê destpê kir û vê yekê hişt ku hêviyekî mezin li cem Kurd û Tirkan çêkir û aramî û ewlehî li wî welatî belav bû, lê di dawiyê de ev pêvajo têk çû û herdu alî hev bi têkbirina wê pêvajoyê tometbar kirin, lê bi rastî Tirkiye nasnameya Kurdî û fêrbûna zimanê dayikê qebûl nake.”

Keval wiha got: “Rewşa niha ya Tirkiyê pêdviya wê bi wê yekê heye ku careke din li ser destê Serok Barzanî pêvajoya aştiyê destpê bike, ji ber ku pirsgirêk bi şer û tundiyê çareser nabin. Pir girîng e eger aramî û demokrasî bi temamî li Tirkiyê hebe û ew yek dibe mînakek ji hemûyan re, lê mixabin ew tişt li Tirkiyê tune ye.”

Wî pisporê karûbarê Tirkiyê wiha got: “Tevî ku niha Herêma Kurdistanê nebûye dewlet, mafê hemû pêkhatên netewî û olî û mezhebî daye wan û hemû bi mafê xwe razî ne û şanaziyê pê dikin, ji ber ku nasnameya wan naskirî ye. Lewma pêwîst e Herêma Kurdistanê bibe mînakek ji Rojhilata Navîn û Tirkiyê re û mifayê ji Serok Barzanî werbigirin û careke din pêvajoya aştiyê destpê bike.”

Nûçeyên têkildar