26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dirbo: Sînorê Şingalê bi temamî tê rizgarkirin û avakirin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, riya Sûriyê pir qerebalx bûye û rojane terorîstên DAIŞê ber bi wî welatî ve direvin. Herwiha ew 5 komelgehên ku li Şingalê di destê DAIŞê de mane, pilan ji wan re jî danîne dê nêzîk bi temamî bên rizgarkirin û avakirin.

Qasim Dirbo Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî destpêkirina operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê niha rewşa DAIŞê li derdora Şingalê têk çûye û ew komelgehên di destê wan de mane dê nêzîk bên rizgarkirin.”

Dirbo wiha got: “Riya Mûsil – Reqa gelekî qerebalix bûne û hemû ber bi Sûriyê ve direvin. Em jî ji azadkirina wan 5 komelgehan re amade ne û pilan ji azadkirina wan re hatiye danîn.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Piştî rizgarkirina derdora Şingalê bi temamî dê xelk vegerin ser mal û halê xwe û li gelek cihan dibistan hatine vekirin û piştî azadkirina wan 5 komelgehên Şingalê dê bi temamî bên avakirin.”

Nûçeyên têkildar