26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şebek: Divê hemû gundên me bikevin sînorê Kurdistanê..Em Iraqê naxwazin

Çavkanî: KDP.info

 Mûsil-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de nameyek ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şandiye û tê de daxwaz kiriye ku ew xendeqa Hêzên Pêşmerge kolandine, bê hilweşandin û pêşde biçin heta ku hemû gundên şebekan bixin nava sînorê Kurdistanê. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, ew qendek ne sînorê Kurdistanê ye û tenê bo bergiriyê ye.

 

Cîgirê Berpirsê Eniya Xazirê ya Hêzên Pêşmerge Şêx Eto ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew cihên ku Hêzên Pêşmerge gihîştine wan û li wir xendeq kolandine û çeper çêkirine, bo ewlehiya wan navçeyan kirine xeta bergiriyê. Ew yek ne diyarkirina sînor e.”

 

Ji aliyê xwe ve, Mela Salim Şebek Parlemanterê Iraqê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em razî nabin ku ew cihên ku niha Hêzên Pêşmerge gihîştine wan, bibin sînorê Herêma Kurdistanê ji ber ku 33 gundên me dikevin piştî wî sînorî û em dixwazin Pêşmerge wam jî bigirin û wan biparêzin, herwiha em razî nabin careke din em bikevin ser Iraqê.”

 

Şebek wiha got: “Me daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku wek bavê me hemûyan e, kir ku ew sînor bikeve nêzîkî Gogcelîl, da ku hemû gundên me bikevin sînorê Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar