26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pêşmerge dixwazin bê ziyan Başîkê bigirin..25 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîkê dibêje, balafirên Hevpeymaniya Navdewletî bi tundî li DAIŞê dan û di encamê de 25 terorîst hatin kuştin.

 

Lîwa Seyid Hejar Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand, Hêzên Pêşmerge bo paqijkirina navenda Başîkê ji terorîst û bombeyan di rewşa amadebaşiyê de ye, lê heta niha pêşde neçûne ji ber ku dixwazin bê ziyan Başîkê rizgar bikin.

 

Seyid Hejar wiha got, balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî bi tundî li nava Başîkê li cih û navendên DAIŞê dan û 25 terorîstên wan kuştin.

Nûçeyên têkildar