26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PDK: Girtina Hevserokên HDPê em dilgiran kirine

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê ragehandinek, belav kir û dilgiraniya xwe li ser girtina hevserokên HDPê diyar kir.

 

Berdevkê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de diyar dike, ku “ desteserkirina Hevserokên Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş û Figen Yûksekdag û hejmarek li parlementerên wê partiyê, em dilgiran kirine û em li wê baweriyê dane ku tevgerên waha rewşê aloztir dikin û xizmeta aştî û gotûbêjên siyasî nake.”

 

Wî berpirsî herwaha teqez kir ku em wek PDK hêvîdarên di demek zû hevserok û parlementerên HDPê bêne berdan û pêngavên cidî jî bo çareserkirina pirsgirikan bavêjin ku xizmeta aramî, aştî û pêkevejiyana siyasî, netewî û civakî bike.

 

Nûçeyên têkildar