26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Girtina Hevserokên HDPê dê rewşa Tirkiyê aloztir bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  diyar kir ku girtina hevserok û parlamenterên HDPê dê rewşa Tirkiyê aloztir bike.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyekî nivîskî ku li ser malpera fermî ya serokatiya hikûmetê hatiye weşandin, ragihand: “Girtina hevserok û parlamenterên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) em nîgeran kirin. Di wê baweriyê de ne ku ev yek rewşa Tirkiyê aloztir dike. Ji ber vê yekê jî em daxwaz dikin ku hevserok û parlamenterên HDPê bên azadkirin û bi şêweyekî hêminî ligel rewşê danûstandin bê kirin, herwiha rêz li li îradeya wan dengdêrên Tirkiyê bê girtin ku ev parlamenter hilbijartine.”

 

Nêçîrvan Barzanî di berdewama peyama xwe de daxwaz ji HDPê jî kir, ku weke partiyeke yasayî li Tirkiyê, di çarçoveya yasayên Tirkiyê de tevbigere.

 

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de êrîşa bombeyî ya li Amedê jî şermezar kir û got: “Daxwaz dikin ji bo çareseriyeke rastîqîne, di berjewendiyên hemû aliyan de dest bi pêvajoyekî medenî û aştiyane bikin.”

 

Nûçeyên têkildar