Serokatiya Kurdistanê: Bila Hevserokên HDPê zû bên berdan

Hewlêr-KDP.info- Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê binçavkirina hevserok û parlamenterên HDPê de got: “Girtina parlamneterên HDPê cihê dilgiraniya me ye û bila girtiyên siyasî yên wê partiyê zû bên berdan.”
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de tê gotin: “Biryara girtina herdu hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk û hejmareke parlamenterên vê partiyê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve, cihê dilgiraniya me ye. Metirsî heye ku kirdarên bi vî awayî bibin sedema aloztirbûna rewşê û pirsgirêkan kurtir bike.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku pirsgirêk demek ji ya din zûtir bê çareserkirin, girtin bi dawî werin, hevserokên HDPê û girtiyên siyasî yên wê partiyê bên azadkirin û got: “Çimkî ev kiryar xizmeta aramî, pêkvejiyana siyasî û civakî nakin.”
Hêjayê gotinê ye ku hêzên ewlekariya Tirkiyê duh bi şev, bi operasyoneke berfireh her du hevserokê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş û 10 parlamenterên HDPê desteserkirin.




