Xelkê Zaxo li dijî operasiyona Dîcle xwenîşandanek pêkanîn

Îro xelkê bajêrê Zaxo bi hemû tex û cunên xweve li hember damezrandina operasiyona Dîcle li Kerkûkê û deverên dî yên veqetandî ji Kurdistanê, xwenîşandanek pêkanîn û têde bi hemû awakî operasiyona Dîcle retkirin.
Di xwenîşandanê de hin peyv û gutar hatine pêşkeşkirin û bi hejmareke calakî yên cida xelkê jî jibilî tekezkirina li ser piştgirî ya xwe jibo pêşmergeyên Kurdistanê, herweha bi tundî jî operasiyona dîcle retkirin.




