26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrekî siyasî: Pêşmerge ji navçeyên rizgarkirî venakşin

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Çavdêrek siyasî dibêje, ew navçeyên Kurdistanî yên ku Hêzên Pêşmerge bi xwînê rizgar kirine, ji wan venakişin û careke din wan navçeyan nadin Iraqê da ku dîsa kesekî mîna Malikî wan navçeyan nede terorîstan.

 

Îhsam Amêdî Çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Cihê dilxweşiyê ye ku Îro Kurdistan xwedî hêzekî pir baş û bihêz e ku ew jî Hêza Pêşmerge ye. Hemû cîhan piştgiriyê li Pêşmerge dike, lewma neyar û dagîrker çavê wan bi Hêzên Pêşmerge û serkeftinên wan bar nabin. Hêzên Pêşmerge ji serokatiya Serok Barzanî ji gefên neyarên Kurdan mîna Nûrî Malikî natirsin û berdewam kar bo serxwebûna Kurdistanê û dewleta Kurdî dikin.”

 

Amêdî wiha got: “Ew navçeyên ku Hêzên Pêşmerge bi xwîne rizgar dikin, Kurdistanî ne û Pêşmerge ji wan venakişin û careke din wan navçeyan nadin Iraqê da ku dîsa kesekî mîna Malikî wan navçeyan nede terorîstan.”

 

Wî çavdêrê siyasî wiha domand: “Malikî siyasetmedarekî faşil e û gerek ew niha li nava zindanê ba ji ber ku ew bû sedem ku devereke berfireh li Iraqê bikeve destê terorîstên DAIŞê de û rewşa Iraqê têk çû.”

Nûçeyên têkildar