“îdarekirina parêzgeha Neynewa bê Kurdan sernagire”
__2016_11_03_h15m27s0__HK__2016_11_03_h19m34s45__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Çavdêrekî leşkerî dibêje, îdarekirina parêzgeha Neynewa bê Kurdan serî nagire. Herwiha dibêje, ji ber rola Kurdan di şerê jinavbirina DAIŞê de nêrîna neyaran li ser Kurdan hatiye guhertin.
Qadir Hesen, Çavdêrê leşkerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Kurd di şerê Mûsilê de roleke girîng û sereke dibînin, lewma jî ew pirose bi serkeftî birêve diçe û eger Hêzên Pêşmerge tê de beşdar nebana ew operasyon serkeftin bi destve netanî. Bêguman dê wek çawa rêkeftin niha li ser operasyona Mûsilê hatibe kirin, dê behsa paşeroja Mûsilê jî hatibe kirin.”
Wî çavdêrê leşkerî wiha got: “Piştî êrişên DAIŞê gelek tişt ji xelkê re eşkere bûn, bi taybetî ji xelkê Mûsilê re, ji ber rola Kurdan di şerê terorê de û pêşwaziya Herêma Kurdistanê li hejmareke zêde ji koçberên Iraqê re. Nêrîna xelkê Neynewa bo hemû pêkhateyan hatiye guhertin. Yên ku beriya hatina DAIŞê bi çavekî xerab li Kurdan dinerîn û neyarên Kurdan bûn, niha nêrîna wan cuda ye û rola Kurdan bilind dinirxînin, bi taybetî xelkê Deşta Neynewa bê Kurdan ti biryarekê nadin.”
Qadir Hesen wiha domand: “Pêkanîna îdareya nû ya Neynewa û rêvebirin û îdareya parêzgehê bê Kurdan ser nagire û Kurd dibin xwedî pişk di îdarekirina Neynewa de û her biryarek di îdareya parêzgehê de bê Kurdan ser nagire.”




