Heta artêşa Îraqê hêzên xwe zêde bike em jî dê pêşemerge bişînin

Berpirsekê wezareta pêşimerge ragehand, ku vekêşana hêzên pêşimergey girêdaye, bi vekêşana supayê Îraqê û got "hikûmeta Malikî çend hêzê bo deverên veqetandî de zêde bike, emjî dê hindî wan zêdekin.
Emîd Helgord Hîkmet, rêveberê ragehandina Wezareta pêşemerge bo Evro got: " Heta ew hêzên Dîciley lichê xwe bimînin dê hêzên pêşimerge jî li cihê xwe bimînin û deverê çolnakin, belê herdema supayê Îraqê hêzên xwe zêde bike, emjî dê hêzên pêşimerge hinîrîne deverên arîşedar, niha fermandeya Dîcile çar fîrqe li deverên arîşedar cêhgîrikirîne, ku hijmara serbazên wan digehe pitirî pêncî hizar serbazan, çi fermanek nîne bo vekêşana hêzên pêşimerge, hinartina hêzê bo deverên arîşedar biriyareka siyasî bûye û pêdivî bi çareserkirina siyasî heye ".




