26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewlêr û Bexda di warê xwendina bilind de jî hevahengiyê dikin

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di pêşwaziya Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê de ragihand ku dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Kurdistanê amade ne bo her amadehiyekê bo hevkarî û hevahengiya di navbera xwendiya bilind a Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ji ber ku perwerde û xwendina bilind xilîla guhertin û pêşkeftina civakê û welat e.

 

Îro Pêncşemê 3-11-2016 danê nîvro Nêçîrvan Barzanî Pêşwazî li Dr. Ebdulrezaq Elîsawî Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê kir.

 

Di wê hevdîtinê Serokwezîrê Kurdistanê ji wezîrê mêvan re ragihand ku serdana wî bo Herêma Kurdistanê bo hevkarî û hevahengiya di navbera herdu aliyan de ye.

 

Nêçîrvan Barzanî got ku ragihand ku dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Kurdistanê amade ne bo her amadehiyekê bo hevkarî û hevahengiya di navbera xwendiya bilind a Herêma Kurdistanê û Iraqê de, ji ber ku perwerde û xwendina bilind xilîla guhertin û pêşkeftina civakê û welat e.

 

Ji aliyê xwe ve, Dr. Ebdulrezaq Elîsawî Wezîrê Xwendina Bilind a Hikûmeta Iraqê tekez kir ku di warê xwendina bilind de dê hevahengî û alîkariyeke mezin çêbibe û ji bo vê yekê jî encumeneke hevahengiyê heye.

Nûçeyên têkildar