26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serhed Qadir: Eşkere bû ku terorîst çawa hatin nava Kerkûkê

Çavkanî: KDP.info

 Kerkûk-KDP.info- Li gorî zanyariyan, biryar e Komîteya Asayîş û Bergiriyê ya Parlemantoya Iraqê sardana Kerkûkê bike da ku dîlên DAIŞê bibînin da ku nas bikin ew çawa bi dizî derbasî nava Kerkûkê bûne. Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir jî dibêje, eskere bûye ku ew terorîst çawa hatine nava Kerkûkê.

 

Emîd Serhed Qadir ji malpera KDP.info re ragihand: ”Eşkere bûye ku çawa ew terorîst hatine nava Kerkûkê û niha jî piroseya pişkinîn û gera li pey terorîstan berdewam e û hinek ji wan girtiyan li Hewlêr û Silêmaniyê ne.”

 

Qadir wiha got: “Eşkere bûye ku ew terorîst ji Mûsilê çûne Şeregat û ji wir çûne Ebasî û piştre Hewîce û piştre navçeya Reşad û li wir xelelek hebûye û bi riya wê bi dizî hatine Kerkûkê.”

 

Li gorî Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê, jibilî ku wan gelek terorîst kuştine û gelek jî girtina, niha jî ew li wan terorîstan digerin.

Nûçeyên têkildar