26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xesro Goran: Divê piştî Mûsil em û Iraq li ser sînorê xwe lihev bikin

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya PDKê û Serokê Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de Xesro Goran dibêje, divê piştî şerê Mûsilê rêkeftin li ser sînorê Kurdistan û Iraqê bê kirin.

 

Xesro Goran Endamê Serkirdatiya PDKê û Serokê Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Hevahengiya ku niha di navbera Hewlêr û Bexda de heye pir girîng e û eger ne ji wê hevahengiyê ba ev serkeftinên niha li Mûsilê bi dest ve nedihatin. Gerek piştî şerê DAIŞê jî ew têkelî bimînin.”

 

Goran wiha got: “Ti rêkeftineke siyasî di navbera Hewlêr û Bexda de tune ye, lê sardana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê rê xweş kirin bo vê hevahengiya leşkerî ya niha, ku Hevpeymaniya Navdewletî jî tê de beşdar e. Herwiha Serok Barzanî hewlek mezin da ku beriya şerê Mûsilê rêkeftina siyasî jî bê kirin, lê ew yek paş ket û komîteyek ji bo wê yekê jî tê pêkanîn.”

 

Xesro Goran ragihand: “Hin aliyên siyasî ku nêzîkî Malikî ne, ji hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexda de dilgiran in û çavê wan bi Serok Barzanî û Kurdistan û PDKê bar nabe û bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge xembar bûne.”

 

Serokê Frakisyona PDKê di Parlemantoya Iraqê de wiha domand: “Ji dema ku Destûrê Iraqê hatiye nivîsandin gerek madeya 140 hatiba cîbicîkirin, lê niha ku nehatiye cîbicîkirin derfet jê re nemaye û divê piştî şerê Mûsilê tenê rêkeftin li ser sînorê di navbera Kurdistan û Iraqê de bê kirin û paşeroja wan navçeyan diyar bibe da ku careke din rastî karesatan neyên.”

Nûçeyên têkildar