26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Tilisqof.. Pêşmerge êrişa DAIŞê têk birin..10 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

 Tiliqsof-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, şevê din çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge her zû êrişa wan têk birin û zêdetirî 10 terorîst ji wan kuştin û gelek ziyan dîtin.

 

Neqîb Kemal Mihemed Fermandarê Pêşmerge li Eniya Tilisqofê ji malpera KDP.info re ragihand, “Şevê din li gundê Xirabêt ê sînorê eniya Tilisqofê terorîstên DAIŞl êriş kirin ser çeperên Hêzên Pêşmerge, lê her zû ew êriş hat têkbirin.”

 

Wî fermandarê Pêşmerge got ku, “Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û 10 kes ji wan kuştin û gelek ziyan gihandin wan. Balafirên Tirkiyê jî li wan dan. Niha rewşa deverê aram e û Pêşmerge di amadebaşiyê de ne.”

Nûçeyên têkildar