26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xwekuj, mayîn û tonêl sedema paşketina paqijkirina Başîkê ne

Çavkanî: KDP.info

 Başîk-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge sedema sereke bo paşketina paqijkirina Başîkê vedigerîne bo wê ku ew naxwazin ziyan bigihê Hêzên Pêşmerge. Herwiha dibêje, jibilî ku xwekuj tê de ne, otomobîlên bombekirî û mayîn jî tê de gelek hene.

 

Lîwa Behram Erîf Yasîn Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand, Hêzên Pêşmerge navenda Başîkê bi temamî dorpêç kirine û hêdî hêdî nêzîkî wan dibin. Terorîstên DAIŞê yên nava Başîk ku nêzîkî 100 kesî ye, nema ti alîkarî digihên wan û çend caran hewla xwerizgarkirinê dane, lê Pêşmerge rê li wan digirin. Niha ji aliyê leşkerî ve Başîk wek azadkirî tê hesabkirin. Di van herdu rojan de Başîk jî dê bê rizgarkirin.

 

Wî fermandarê Pêşmerge got ku, li nava Başîkê xelk nemane û tenê li çend gundan xelk hebûn û ew jî me ew şandin kampan.

 

Yasîn sedema sereke bo paşketina paqijkirina Başîkê vedigerîne bo wê ku ew naxwazin ziyan bigihê Hêzên Pêşmerge. Herwiha got, jibilî ku xwekuj tê de ne, otomobîlên bombekirî û mayîn jî tê de gelek hene.

Nûçeyên têkildar