NY: 54 hezar penaberên Sûriyê li herêma Kurdistanê ne

Komosyona bilind ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihand ku hijmara penaberên Sûriyê li Kurdistanî û Îraqê 63 hezar derbas kiriye û hejmara her mezin jî li Herma Kurdistanê akincî ne.
Li gor rapora komsyona bilind ya Neteweyên Yekbûyî, niha 40 hezar û 362 penaberên Sûriyê li parêzgeha Duhokê, 11 hezar û 181 li Hewlêrê û 3 hezar jî li parêzgeha Silêmaniyê dijîn, herweha 8 hezar penaber jî li navçeya Qaîmî ya ser sînorê Êraq û Sûriyê hatine bicîhkirin.




