“735 koçberên din gihîştin sînorê Pêşmerge..Hemû tên pişkinînkirin”

Başîk-KDP.info- Ligel azadkirina bajarok û nahiye û gundên derdora Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ve, koçber jî berê xwe didin navçeyên bin destê Hêzên Pêşmerge. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, ti koçberek bê pişkinîn derbasî Herêma Kurdistanê nabe.
Berpirsê Kampa Zêlkan, Şivan Tewqîq ji malpera KDP.info re ragihand: “Di van çend rojan de û ligel destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê, hatina koçberan destpê kiriye û me jî amadekariyên xwe kirine û heta niha 735 kes hatine sînorê Pêşmerge. Ligel hatina wan jî em pêdviyên nava malê pêşkêşî wan dikin.”
Ji aliyekî din ve û her derbarê hatina koçberên Mûsilê, Fermandarê Pêşmerge Lîwaya Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand: “Ti koçberek bê pişkinîn û lêkolîn derbasî Herêma Kurdistanê nabe, bi taybetî jî ew kesên cihên gumanê bin.”




