26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hêmin Hewramî: Pêwîst e Mûsil bibe 3 navçe

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî ragihand ku pêwîst e parêzgeha Mûsilê bibe 3 navçeyên xwecehî, ew jî navenda Mûsilê, Şingal û Deşta Neynewa bin.

Îro li Zanîngeha Kurdistan a Hewlêrê semînareke siyasî di bin navê “Pêşhatên Dawî yên Operasyona Mûsilê” birêve çû û tê de Hêmin Hewramî ew semînar pêşkêş kir, ku hejmarek mamoste û xwendekarên wê zanîngehê tê de amade bûn.

Hewramî di wê semînarê de ragihand: “Nabe Bexda piştî nemana DAIŞê bikeve heman şaşîtiya ku beriya hatina DAIŞê ketibûyê. Hêzên Pêşmerge ew pilana ku ji bo bakurê Mûsilê danîbûn di demeke kurt de cîbicî kirin û ji niha û pê de, Pêşmerge dî tenê hêza piştevan bin ji artêşa Iraqê re û qet naçin nava bajarê Mûsilê.”

Hêmin Hewramî wiha got: “Azadkirina Mûsilê dê ji awayê birêvebirina Mûsilê hêsantir be û Herêma Kurdistanê dibêje, divê rêkeftineke siyasî li ser Mûsila piştî DAIŞê were kirin, ji ber ku rewşa Mûsilê cuda ye û divê kar li ser aramiya wî bajêrî bê kirin. Herêma Kurdistanê dibîne ku pêwîst e ew parêzgeh bibe 3 navçeyên xwecehî, ew jî navenda Mûsilê, Şingal û Deşta Neynewa ne, da ku pêkhatên wan navçeyan biryarê li ser awayê birêvebirina navçeyên xwe bidin û nekevin şaşîtiyên berê de.”

Nûçeyên têkildar