“Şêwazê PKKê ne li gorî serdem niha ye”

Soran-KDP.info- Çavdêrekî siyasî amaje bi wê yekê dike ku ew şêwazî niha yê PKKê ne li gorî serdema niha ye û gerek PKK û Hikûmeta Tirkiyê vegerin maseya danûstandinê, ji ber ku pirsgirêka Bakurê kurdistanê eger ne bi diyalogê be bi tundiyê çareser nabe.
Azad Sirêşmeyî Çavdêrê siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em Kurd in û em dixwazin Kurd li herçar perçên Kurdistanê bigihên mafên xwe. Em dixwazin gelê Kurd li Bakurê kurdistanê bigihên mafê xwe, lê ne bi riya şer û aloziyan, bi taybetî di vê serdema niha de.”
Sirêşmeyî wiha got: “Çareserî bi riya danûstandin û diyalog û têgiheştinê dibe, lewma şêwazê niha yê PKKê ligel serdemê nagunce. Herwiha em li dijî wê yekê ne ku Tirkiyê serokên şaredariyan binçav bike û pirsgirêkan ji gelê Kurd re çêbike û azadiyan berteng bike, lewma divê herdu alî vegerin ser maseya diyalogê, ji ber ku pirsgirêka Kurdî li Bakur eger bi danûstandinê çareser nebe, bi tundiyê çareser nabe.”




