26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Turikman: Berî kurdan dê berevaniyê ji destkeftên Kurdistanê bikin

Çavkanî: KDP.info

Endamekê Turikman piştevanî û piştgiriya xwe bu serukê herêma Kurdistanê dupat kir beramber fermandeya opirassiyonên Dîcile û diyarkir ev hêze birêyeka ne qanûnî hatî ye damezirandin û got: " Turikmanan biriyardaye her tiştekê ne çaverêkirî rû bide, berî Kurdan dê berevaniyê ji herêma Kurdistanê kin."

 


Şêrdil Tehsîn endamê bê layen yê netewa Turikmanan li perlemanê Kurdistanê got: "hatina evê hêzê bu deverên veqetandî ji herêma Kurdistanê metirsî ye li ser hemî pêkhatên di nava herêmê de dijîn (Kurd, Turikman, Ereb, Kild û Aşur) ve. "

 


Ji aliyekê dî ve Şêrdil Tehsîn ew çende jî da diyar kirin, ku wek netewê Turikman biriyar daye her karekê ne çaverêkirî rû bide berî kurdan dê berevaniyê ji herêma Kurdistanê bikin, çunke Turikmanan bi tenê li ser dest helata kurdan mafên xu wergritine.

 


Li dor rêfirandumê li deverên veqetiyayî endamê perlemanê Kurdistanê got: " Diwê baweriyê dame her rîfirandumeka li deverê bihête encamdan gelê Turikman dê herêma Kurdistanê helbjêre, dixwazim hemû Turikman li gel Kurdan pêkulan bikin bo vegerandina Kerkûkê û deverên dî bu ser Kurdistanê. "


 

Nûçeyên têkildar