DAIŞê 20 Kurdên Şebek revandine..Çarenivîsa wan nediyar e
_(1)__2016_11_01_h18m16s28__HK.jpg)
Başîk-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Encumena Parêzgeha Mûsilê de Xezwan Hamid dibêje, beriya ku Hêzên Pêşmerge herdu gundên Faziliye û Bacirboh azad bike, terorîstên DAIŞê 20 Kurdên Şebek ji wan gundan revandin û heta niha çarenivîsa wan nexuya ye.
Xezwan Hamid Nûnerê Kurdên Şebek di Encumena Parêzgeha Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge gundên Kurdên Şebek ên Deşta Neynewa rizgar kirine û beşek ji xelkê wan gundan koçberî Herêma Kurdistanê bûne.”
Hamid wiha got: “Di dema êrişa Hêzên Pêşmerge li ser DAIŞê li gundên Kurdên Şebek de, hejmarek ji xelkên wan gundan koçberî Herêma Kurdistanê bûne, lê DAIŞ li gundên Faziliye û Bacirboh 20 kes revandine, ew jî bi tohmeta ku malbatên wan kesan reviyane Kurdistanê.”




