26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmerge: Me tevgera DAIŞê bi yekcarî nehiştiye

Çavkanî: KDP.info

 Bakurê Mûsilê-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li bakurê Mûsilê eşkere kir ku Hêzên Pêşmerge cihên xwe girtine û terorîstên DAIŞê bi yekcarî ji tevgerî xistine û niha tenê maye artêşa Iraqê ber bi bajarê Mûsilê ve biçe.

 

Lîwa Tariq Hernî Fermandarê Fermandehiya Spîlik ya Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Piroseya girtina gundên navçeya Deşta Neynewa li bakurê Mûsulê bidawî hatiye û li gorî pilana Pêşmerge gihîştine xala dawî ya sînorê Kurdistanê ku nahiyeya Batma ye.”

 

Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hêzên me çeperên xwe danîne û terorîstên DAIŞê jî ji tevgerê ketine û li hemberî Pêşmerge gelekî lawaz bûne, ku tenê topan ji dûr ve davêjin û newêrin nêzîk bibin.”

 

Lîwa Tariq wiha domand: “Li gorî pilana leşkerî, divê ji vir û pê de artêşa Iraqê ber bi Mûsilê ve biçe û tê pêşbînîkirin ku di van çend rojan de ew hêz derbasî nava bajêr bibe.”

Nûçeyên têkildar