Efendî: Pêşmerge ji Başîkê re amade ne..Şerê Mûsilê dirêj nake

Başîk-KDP.info- Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî dibêje, hemû amadekarî bo paqijkirina Başîkê ji terorîstan hatine kirin. Herwiha dibêje, operasyona Mûsilê bilez birêve diçe û dibe ku heta 15 rojên din ew bajar ji destê DAIŞê hatibe derxistin.
Hemîd Efendî Berpirsê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Navenda Başîkê di bin dorpêça Hêzên Pêşmerge de ye û tenê maye ku derbasî nava wê bibin û paqij bikin, lewma niha me xwe amade kiriye û her demê ferman ji me re bê emê dest bi rizgarkirina wê jî bikin.”
Efendî wiha got: “Morlê terorîstên DAIŞê têk çûye û niha zêdetir pişta xwe bi xwekuj û bombeyan girê didin. Piroseya rizgarkirina Mûsilê bilez birêve diçe û eger wisa birêve biçe dê heta 15 rojên din ew bajar bi temamî rizgar bibe.”




