26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Lezgîn: Bila PKK destê xwe nexe nava karûbarê Başûr û ji Şingalê derkeve

Çavkanî: KDP.info

 Dihok-KDP.info- Endamekî Encumena Serkirdatiya PDKê daxwaz ji PKKê dike ku êdî destê xwe nexe nava karûbarê Herêma Kurdistanê û çekdarên xwe ji Şingalê vekşîne. Herwiha dibêje, PKK li gelek navçeyên Kurdistanê bûye sedema pirsgirêkan li hemberî karûbarê welatiyan û hikûmetê.

 

Serbest Lezgîn Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em daxwaz ji PKKê dikin ku destê xwe nexe nava karûbarê Herêma Kurdistanê. Ne ji mafê PKKê ye ku xwe deselata Herêma Kurdistanê bibîne û bibe rêgir li pêşiya karûbarê navxwe yê Herêma Kurdistanê. Em dixwazin PKK bi aqilî siyaseta xwe bike û nebe girêk li pêşiya karûbarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

 

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Xuya ye heta niha nêta çekdarên PKKê tune ye ku ji Şingalê vekişin. Ne tenê li Şingalê, lê belê li navçeyên din ên Kurdistanê pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê re çêdikin, em daxwaz ji PKKê dikin ku dest ji siyasetên xwe yên şaş li hemberî Herêma Kurdistanê berde û nebe çavkaniya pirsgirêkan ji welatî û Hikûmeta Kurdistanê re.”

Nûçeyên têkildar