Bozanî: Hewlên rizgarkirina keçên Êzdî berdewame

Şingal-KDP.info- Hat ragihandin ku nûçeya rizgarbûna hejmarek keçên Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê di çend rojên borî de, nerast e. Lê Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîk dibêje, hewlê wan bo rizgarkirina wan keçan berdewam in.
Xeyrî Bozanî Rêveberê Giştî yê Karûbarê Kurdên Êzdî di Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî de ji malpera KDP.info re ragihand: “Gelek caran nûçeya rizgarkirina keçên Êzdî ji destê DAIŞê belav dibe lê piştre derew derdikeve, lewma niha jî nûçeyekî wisa belav bûye lê hêj ew yek piştrast nebûye û dema ku piştrast bibe emê belav bikin.”
Bozanî wiha got: “Eger ew keç rizgar bibana gerek gihîştibana navçeyên Kurdistanê, lê heta niha di van rojan de ti keç nehatine.”
Ji aliyê xwe ve, Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Zanyariyên me hene ku keçên Êzdî li Mûsil û Tileferê hene, lê heta niha rizgar nebûne û hewla rizgarkirina wan berdewam e.”




