26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûk.. 2 terorîst hatin girtin

Çavkanî: KDP.info

 

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê dibêje, li nava taxeke bajarê Kerkûkê 2 terorîstên DAIŞê hatin girtin, ku wek şaneyê veşartî bûn.

Emîd Serhed Qadir Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê di operasyonekê de, hêzên me bi hevbeşî ligel hêzeke polîsên hewarçûnê, li nava Kerkûkê û piştî wergirtina zanyariyan, karîn 2 terorîstên DAIŞê bigirin, ku wek şaneyên veşartî bûn.”

Qadir wiha got: “Ew herdu terorîst ligel DAIŞê tevlî çendîn şerê li dijî Hêzên Pêşmerge û hêzên asayişê bûne.”

Nûçeyên têkildar