Hewramî: Piştî Mûsilê, dora mafê çarenivîsê û paşeroja Kurdistanê ye

Hewlêr-KDP.info- Endamê serkirdatiya PDKê û Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê Hêmin Hewramî di hevdîtinekê de ligel kenala Cezîre ya Ingilzî de ragihand ku, piştî operasyona Mûsilê emê hewlên zêdetir bidin bo mafê mafê çarenivîsê û paşeroja Kurdistanê.
Hêmin Hewramî Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Em ji bo parastina asayişa Kurdistanê şerê DAIŞê dikin. Em kemîneyên Mûsilê diparêzin û em asayişa navçeyê û cîhanê diparêzin. Em bi nûneratiya mirovatiyê şer dikin. Em beşek in ji Hevpeymaniya Navdewletî bo jinavbirina DAIŞê.”
Derbarê aloziya ku beriya demekê li Kerkûkê çêbû, Hewramî wiha got: “Êrişa DAIŞê li ser Kerkûkê çaverêkirî bû, ji ber ku guvaşeke mezin ket ser wan li Mûsilê, ew jî hewlekî bêhêvî bû bo êrişê li ser wî bajêrî. Li Şingalê jî hewla wê yekê dan lê hewlên wan têk çûn, ku dixwestin êrişa li ser Mûsilê raweste. Herwiha ew li Hewîca ne û Hewîca pir nêzîkî Kerkûkê ne, lewma êrişa wan tiştekî normal bû, ji ber ku li gelek navçeyên parêzgeha Kerkûkê çekdarên Heşda Şeibî hene.”
Derbarê serxwebûna Kurdistanê piştî şerê Mûsilê, Hewramî wiha ragihand: “Bêguman serxwebûna Kurdistanê ne tenê daxwazek e û em neteweyek in û mafê me ye ku em biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. Iraqa piştî DAIŞê dê cuda be ji iraqa piştî DAIŞê. Fedralî li Iraqê serkeftin bi dest ve neanî û hat şikestin û hevbeşî ser negirt, lewma me ligel Bexdayê dest bi danûstandinên derbarê paşeroja pêwendiyên xwe kiriye, lê hatêhazir em tekez dikin li ser rizgarkirina Mûsilê û şikandina DAIŞê. Bêguman piştî şerê Mûsilê emê hewlên zêdetir bidin bo mafê çarenivîsê û paşeroja kurdistanê.”




