Tilisqof.. Pêşmerge çend terorîst di xaniyekî de kuştin

Hewlêr-KDP.info- Hêzên Pêşmerge îro li gundekî nahiyeya Tilisqof a bakurê Mûsilê xaniyek bi ser hejmarek terorîstên DAIŞê de xistin û hemû kuştin. Fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, hêzên me berdewam in li ser pêşdeçûnên xwe û destê xwe danîne ser hejmarek tonêlên DAIŞê.
Fermandar ji Fermandehiya Barzan, Eqîd Nacî Siyamend ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li eniya Tilisqofê hejmarek gund ji destê terorîstên DAIŞê derxistine û karîne navçeyekî stratejîk bigrin û pêşkevin ber bi Mûsilê ve. Di vê operasyonê de DAIŞ derbeyekî mezin xwariye û me destê xwe danîne ser hejmareke mezin ji tonêlên wan.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Îro hêzên me gundê Xirbtên li nêzîkî Tilisqof paqij kirin. Hejmarek çekdarên DAIŞê xwe di malekê de veşartibûn, lê Pêşmerge ew xanî bi ser wan de xistin û hemû di bin de hatin kuştin.”




