26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Helo Necat: Erebên ku hatine Kerkûkê divê vegerin navçeyên xwe

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Asayişa Kerkûkê Lîwa Helo Necat eşkere kir ku ew Erebên ku ji bajarên Iraqê koçberî Kerkûkê bûne her divê vegerin bajarên xwe.

Lîwa Helo Necat Rêveberê Asayişa Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piroseya lêkolîn û şandina koçberên Ereb ji Kerkûkê bo gundên wan berdewam dike. Tevî ku Hikûmeta Iraqê daxwaz ji me dike ku em wan venegerînin, lê em rijd in li ser vegerandina wan.”

Necat wiha got: “Hikûmeta Iraqê bixwaze yan na emê her koçberan vegerînin navçeyên wan û me dest bi vegerandina koçberên parêzgeha Diyala kiriye.”

Nûçeyên têkildar