26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmerge: Terorîstên di Başîkê de mane kes ji wan sax dernakeve

Çavkanî: KDP.info

Başîk-KDP.info- Serperiştiyarê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî ragihand ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Serok Barzanî pilanekî baş bo rizgarkirina Başîkê daniye û di van çend rojan de dê Başîk jî bê rizgarkirin û terorîstên ku tê de mane kes ji wan sax dernakeve.

Hemîd Efendî Serperiştiyarê Eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: ”Rewşa Hêzên Pêşmerge li bakurê Mûsilê pir baş e û gelekî pêş keftine û pêşkeftinên wan jî berdewam in. Herwiha çeper û xendeq çê kirine û li hêviya fermanê ne.”

Efendî wiha got: ”Li wî sînorî tenê navenda Başîk maye ku bê rizgarkirin. Serokê Herêma Kurdistanê bernemeyekî baş daniye bo rizgarkirina Başîkê. Em soz didin xelkê wê deverê ku heta 2 – 3 rojên din dê ew der jî bê rizgarkirin û ew nahiye dê vegere ser Herêma Kurdistanê. Başîk gerek ji zû de rizgar biba, lê Hêzên Pêşmerge dixwazin bi kêmtirîn ziyan Başîkê rizgar bikin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: ”Hêzên Pêşmerge derdora Başîkê dorpêç kirine û ew terorîstên ku tê de mane ku hejmara wan nêzîkî 100 kesî ye, yan divê xwe teslîm bikin yan jî dê bên kuştin.”

 
 
 

Nûçeyên têkildar