Delo: Pêşmerge Kerkûkê diparêzin

Kerkûk-KDP.info- Serokê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê Selah Delo ragihand ku Hêzên Pêşmerge bajarê Kerkûkê diparêzin û ti hêzek nabe bê razîbûna Herêma Kurdistanê bê nava wî bajêrî.
Selah Delo Serokê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li derdora bajarê Kerkûkê bihêzeke mezin bi cîh bûne û bajar bi temam parastine, bi awayekî ku hemû dezgehên ewlehiyê ketine xismeta parastina bajarê Kerkûkê, da ku ew tişta çêbû dûbare nebe.”
Delo wiha got: “DAIŞ hemû hewlên xwe dide ku ziyanê bigihîne bajarê Kerkûkê û kontrol bike, lê biryara jinavbirina wan terorîstan li vê parêzgehê hatiye dan û tenê di çend rojên borî de 100 çekdarên wan hatine kuştin û girtin.”
Serokê Encumena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan ya PDKê wiha domand: “Em piştgiriyeke temam didin xelkê bajêr, herwiha em piştgiriya wan kesan dikin ku di rojên zehmet de bi awayekî xwebexş alîkariya Hêzên Pêşmerge kirin. Herwiha em daxwaz ji hêzên ewlehiyê dikin ku zêdetir çavê wan vekirî bin û ha ji tevgera DAIŞê hebin.”




