26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Bakurê Mûsilê.. Pêşmerge 2 gundên din ên Kurdên Şebek rizgar kirin

Çavkanî: KDP.info

 Bertile-KDP.info- Endamekî Encumena Parêzgeha Mûsilê eşkere kir ku îro 2 gundên din ên Kurdên Şebek ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û heta niha 250 malbatên Şebek ji destê terorîstan reviyane.

 

Xezwan Hamid Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro li sînorê Bertile 2 gundên din ên Kurdên Şebek bi nave Elîreş û Mnare ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatin rizgarkirin û niha ji nava 56 gundan li Deşta Neynewa tenê 12 gundên Şebekan di destê terorîstan de mane ku ew jî dê bên rizgarkirin.”

 

Hamid wiha got: “250 malbatên Kurdên Şebek karîne ji bin destê terorîstên DAIŞê birevin, ku hejmara wan 1300 kes in û li kampa Xazirê hatine bicîkirin.”

Nûçeyên têkildar