“300 çekdarên Heşda Şeibî bi razîbûna îdareya Kerkûkê hatine nava bajêr”

Kerkûk-KDP.info- Cîgirê Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk – Germiyan ragihand ku 300 çekdarên Heşda Şeibî bi razîbûna îdareya Kerkûkê hatine nava bajarê Kerkûkê.
Diyarî Husên Cîgirê Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk – Germiyan ji malpera KDP.info re ragihand: “300 çekdarên Heşda Şeibî hatine nava Kerkûkê û hata îdareya Kerkûkê ji wan heye, lê ev karekî xerab e û ji ber vê yekê rewşa Kerkûkê têk diçe.”
Husên wiha got: “Ew hêza ne hêzeke rêkxistî ye û her kesek bixwaze diçe û tevlî Heşda Şeibî dibe, lewma eger karekî xerab jî bikin kes nikare lêkolînê ligel wan bike.”
Diyarî Husên wiha domand: “Hatina van çekdaran bo nava Kerkûkê dê bibe sedema pirsgirêkeke mezin bi taybetî ji Kerkûkê re, lewma hatina wan karekî pir xerab e û gerek rê li hatina wan hatiba girtin.”




