26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

“Xelkê navçeyên Kurdistanî dê biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin”

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Psporekî emnî û leşkerî bi navê Hesen Cîhad dibêje, nabe Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên rizgarkirî vekşin û ti pêwendiya Nûrî Malikî bi Hikûmeta Iraqê ve tune ye ku bê û biryarê li ser çarenivîsa wan navçeyan bide, û xelkê wan navçeyan dê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa deverên xwe bidin.

 

Hesen Cîhad ji malpera KDP.info re ragihand: “Daxuyaniyên Nûrî Malikî ti pêwendiya wan bi Hikûmeta Iraqê ve tune ye. Dema ku Malikî Serokwezîrê Iraqê bû dikarî kar li ser diyarkirina çarenivîsa wan deveran kiriba lê nekir û nehişt madeya 140 cîbicî bibe, û niha Hêzên Pêşmerge bi xwînê azad kirine û hem navçeyên Kurdistanî û hem jî Iraq jî parastine, lewma nabe Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî vekişin.”

 

Cîhad wiha got: “Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Hikûmeta Iraqê re bêje, ji aliyê yasayî ve jî pirsgirêka navçeyên Kurdistanî çareser bike û rapirsiyê bike ji xelkê wan navçeyan re ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ji ber ku xelkê wan deveran Kurd in, eger ne Kurd jî bin dixwazin vegerin ser Herêma Kurdistanê.”

Nûçeyên têkildar