Pêşmerge 2 gundên din li Başîkê rizgar kirin
__2016_08_14_h20m1s38__HK__2016_10_30_h15m36s52__HK.jpg)
Başîk-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li rojhilatê Başîkê pêş keftin û fermandarekî Pêşmerge jî dibêje, îro 2 gundên din hatin rizgarkirin.
Behram Erîf Yasîn Fermandarê Lîwaya 7 ya Wezareta Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Hêzêm Pêşmerge pêş keftin li rojhilatê nahiyeya Başîkê û karîn herdu gundên Kanûne û Rojbeyan li wir rizgar bikin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Terorîstên DAIŞê paş vekişiyan bo navenda nahiyeya Başîkê û nikarîn bergiriyê li xwe bikin.”
Behram wiha domand: “Bi girtina wan herdu gundan Hêzên Pêşmerge nêzîktir dibin ji navenda nahiyeya Başîkê ya dorpêçkirî. Pêşkeftinên Pêşmerge dê berdewam bin heta xala dawî ji sînorê ku ji me re hatiye diyarkirin.”




