26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ezîz Weysî: Operasyona Mûsilê bi serkeftî birêve diçe

Çavkanî: KDP.info

Eniyên şer-KDP.info- Fermandarê Fermandehiya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî dibêje, piroseya azadkirina Mûsilê bi serkeftî birêve diçe û dibêje li sînorê wan ti hêzeke Heşda Şeibî di şerê Mûsilê beşdar nabe.

Ezîz Weysî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha operasyona rizgarkirina Mûsilê pir bi başî û bi serkeftî birêve diçe û hevahengiyeke temam di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê de heye û em li gorî pilanên ku ji me re tên, cîbicî dikin û pêşve diçin.”

Weysî wiha got: “Haya me ji hatina hêzekê bi navê Heşda Şeibî bo navçeyê tune ye û li gorî rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de, ti hêzeke milîsên Heşda Şeibî nayê sînorê me da ku şerê bajarê Mûsilê bike û eger li aliyê başûr ve ew hêz beşdar bin, pêwendî bi me ve tune ye.”

Derbarê azadkirina nahiyeya Başîkê jî Ezîz Weysî ragihand: “Navenda Başîkê temam bûye û ji aliyê leşkerî ve ketiye bin kontrola hêzên Pêşmerge de, lê em dixwazin bi kêmtirîn ziyan wî bajêrî rizgar bikin û bajar wêran nebe û pilana me jê re heye.”

Nûçeyên têkildar