Agirê Pêşmerge DAIŞ perçe perçe kiriye..Nema Karin ji bin dorpêçê birevin

Başîk-KDP.info- Fermandarê Pêşmergeyên Partiya Azadî ya Kurdistanê Husên Yezdanpena dibêje, DAIŞ bawer nedikir ku wisa bê serê wan û bi agirê Hêzên Pêşmerge perçe perçe bibin, herwiha dibêje, çekdarên DAIŞê wisa dorpêç bûne ku nema karin birevin jî.
Husên Yezdanpena ku fermandarê Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê ye ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew operasyona ku di 20 vê mehê de li Bakurê Rojhilatê Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve destpê kiriye û pêşmergeyên me jî tê de beşdar in, serkeftinên mezin bidest ve hatine ku Serok Barzanî serperiştiya wê dike.”
Yezdanpena wiha got: “Çekdarên DAIŞê bawer nedikirin ku wisa bi serê wan de bê û têkevin dorpêça Hêzên Pêşmerge de. Niha ji Çiyayê Zertik heta Naweran cadeya sereke rasterast di bin destê me de ye û DAIŞ di bin agirê Pêşmerge de perçe perçe bûne. Perçeya bakur di bin dorpêça Hêzên Pêşmerge de ye û ew dorpêç li wan teng bûye.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Niha Naweran, Faziliye, Umer Qapçî û Kîz Xirab ji bin destê DAIŞê rizgar bûne û tenê navenda Başîkê maye ku azad bibe. Niha Pêşmerge li pêşiya Simaqiye û Terawîş çeperên xwe çêkirine. Li aliyê Simaqiye terorîstan gelekî hewl dan dorpêça ser xwe bişkînin, lê êrişa wan hat têkbirin û rastî bersiveke tund hatin.”
Li gorî zanyariyên ku ji nava Mûsilê tên, ji ber şikestinên wan ên li eniyên bakurê Mûsilê, berpirsên biyanî yên DAIŞê ji Mûsilê ber bi Sûriyê ve direvin.




