Başîk.. Gundên Şebeş hatin paqijkirin
__2016_10_29_h17m18s57__HK.jpg)
Başîk-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Başîkê dibêje, Hêzên Pêşmerge ew gundên Kurdên Şebek ên ku li sînorê Başîkê rizgar kirine, hemû ji mayîn û teqemeniyan paqij kirine.
Lîwa Seyid Hejar Fermandarê Pêşmerge li eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand, ew gundên ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve li eniya Başîkê hatine rizgarkirin, hemû hatin paqijkirin û ti metirsî li wan nemaye.
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got, Bacirbuha me pêşwazî li 150 malbatên kurdên Şebek kirin, ku ji bin destê DAIŞê reviyane.




