“Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venakişin”

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Navçeyên Kurdistanî ragihand ku xelkê navçeyên Deşta Neynewa û Şingalê dixwazin navçeyên wan bi fermî vegerin Herêma Kurdistanê û ew dever bibe parêzgeh, ji ber ku dê navçeyên wan parastî bin û xizmeta wan zêdetir bê kirin.
Endamê Komîteya Navçeyên Kurdistanî Şêx Şemo ji malpera KDP.info re ragihand: “Em daxwaz dikin ku piştî azadkirina bajarê Mûsilê guhertin bi ser nexşeya navçeyê bê û Deşta Neynewa û Şingal bibin parêzgehek ser bi Herêma Kurdistanê ve, ji ber ku di dema borî de navçeyên me rastî gelek nexweşî û wêranî û derbideriyê bûne, lewma xelkê me di wê baweriyê de ne ku eger navçeyê me bikevin ser Herêma Kurdistanê dê baştir xizmeta wan bê kirin û bên parastin.”
Şamo wiha got: “Eger ti navçeyê xwe ji hovtirîn dijmin rizgar bike û bi xwîna Pêşmerge wan navçeyan azad bike, û piştre xwe ji wan navçeyan vekşînin, qet nayê qebûlkirin, ji ber ku ew navçe Kurdistanî ne û Hêzên Pêşmerge piştî azadkirina Mûsilê ji wan venakişin û dê tê de bicîh bibin, mafê kesî ji tune ye daxwaza vekişandina wan bike.”




