26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Neçîrvan Barzanî: Piştî şerê Mûsilê, emê behsa serxwebûnê bikin

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand,
 
piştî operasyona Mûsilê, ew dê bi Iraqê re derbarê serxwebûna Kurdistanê dest pê
 
bikin.
 
 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rojnameya Bild a almanî re
 
hevpevînek kir û behsa operasyona kontrolkirina Mûsilê û serxwebûna Başûrê
 
Kurdistanê kir.
 
 
 
Neçîrvan Barzanî derbarê operasyona Mûsilê û dema wê de ragihand, li gorî
 
peşbîniyan, dê di navbera 3 mehan de bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê were
 
derxistin.
 
 
 
Neçîrvan Barzanî got, Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi lez bi pêş dikevin, lê belê
 
da xuyakirin, ku ew nizanin DAIŞ dê berevaniyeke çawan bike.
 
 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser mijara serxwebûna Kurdistanê ji rojnameya
 
Bild a almanî re ragihandiye: “Ji mêj ve dema wê hatiye, lê belê niha bala me li ser
 
şerê li dijî DAIŞê ye.”
 
 
 
Neçîrvan Barzanî got, bi zûtirîn dem piştî rizgarkirina Mûsilê, ew dê li gel berpirsên
 
Bexdayê bicivin û bi wan re li ser serxwebûna Herêma Kurdistanê gotûbêjan bikin.
 
 
 
Derbarê lidarxistina referandumê de jî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daye
 
xuyakirin: “Em Kurd in û me netewa xwe heye. Emê rojekê referandumê bo
 
serxwebûna Kurdistanê encam bidin û emê rê bidin ku xelkê Kurdistanê di vê
 
bareyê de biryarê bide, çimku piştî 2003 me hêvî bi iraqeke demokrat hebû, lê
 
belê ew Iraq rastî şikestinê hat.”
 
 
 
Neçîrvan Barzanî herwiha daxwaza dabînkirina çekên zêdetir ji hevpeymanan û bi
 
taybet jî welatê Almanyayê kir.
 
 
 
Serokwezîr Barzanî diyar kir, ku alîkariyên pêştir ên Almanya bo Hêza Pêşmerge û
 
bi taybet pêşkêşkirina roketên Mîlan, di şerê li dijî DAIŞê gelek alîkariya Hêzên
 
Pêşmerge kiriye, lê belê di şerê vê carê de pêwîstî bi çekên zêdetir hene.

Nûçeyên têkildar