26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ji vir û şûnde firokeyên Amerîka rasterast têne Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Piştî 16 salan li ser ragirtin û ne bikaranîna asîmanê Iraqê kû weke qedexeya firînê hebû, niha li Herêma Kurdistanê hat rakirin û ji vir û şûnde firokeyên Amerîka dê rasterast li frokexaneya Hewlêr dakevin.

Telar Fayîq rêvebira giştiya Firokexaneya Navdewletiya Hewlêr ragihand ku Ev biryareke dilxweşiyê ye kû bi vê yekê Herêma Kurdistanê li kerta firokevanîyê û ji aliyê welatên cîhanê ve bûye cihê baweriyê.

Telar Fayîq got: " Li qonaxa yekem de, tenê Herêma Kurdistanê digre û tê çavlêkirin kû ev biryar bibe biryareke seranserî hemû firokexaneyên li Iraqê. Wekî din hêvî jî xwest kû welatên din jî biryarên hemşêweyê Amerîka derbixin û da zanî kû di demên pêş de  geştên Amerîka bo Herêma Kurdistanê tên destpêkirin."

Nûçeyên têkildar