26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Parlemanterê Iraqê: Mûsil rizgar bibe cihê Malikî li Iraqê namîne

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlemantoya Iraqê dibêje, Serokwezîrê berê yê Iraqê Malikî tawanbarê sereke ye di ketina Mûsilê di destê terorîstan de û bi rizgarkirina wî bajêrî jî dê cihê Malikî li Iraqê tune be.

 

Endamê Komîteya Asayiş û Bergiriyê ya Parlemantoya Iraqê Şaxewan Ebdulah ji malpera KDP.info re ragihand: “Malikî di demeke kurt de Mûsil da terorîstên DAIŞê, nizanim niha çawa tê û behsa wî bajêrî dike, ku ew tawanbarê sereke ye di ketina bajarê Mûsilê de, eger yasa li vî welatî heba li şûna ku ew derdikeve li ser ekranên televezyonan, gerek niha di zindanê de ba û hatiba dadgehkirin.”

 

Ebdulah wiha got: “Niha Hêzên Pêşmerge bi derfetên kêm ligel artêşa Iraqê bi hevahengî Mûsilê azad dikin, lewma çavê Malikî bi wê yekê bar nabe û dixwaze rizgarkirina Mûsilê baş bikeve û hewla vê yekê jî dide, ji ber ku naxwaze Mûsil zû azad bibe û ew yek bibe destkeftek ji Pêşmerge û Heyder Ebadî re.”

Nûçeyên têkildar