Hersîn: Kurdên ku ji Pêşmerge re dibêjin milîs, nepaqij in

Hewlêr-KDP.info- Serokê Komîteya Karûbarê Pêşmerge di Parlemantoya Kurdistanê de Arî Hersîn dibêje, ew kesên ku di bin siya Hêzên Pêşmerge de bi aramî dijîn û ji wan re dibêjin milîs, nepaqij in.
Endamê Tevgera Goran Ednan Osman û rojnamevanekî partiyekî siyasî bi navê Kemal Reûf di bernameyekî televizyona NRT de derbarê operasyona azadkirina Mûsilê de, gotibûn Hêzên Pêşmerge ne Kurdistanî ne û ser bi partiyekî siyasî ne û milîs in. Vê yekê nerazîbûneke mezin li pey xwe anî.
Derbarê vê pirsê de, Arî Hersîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew kesên ku Pêşmerge wek milîs didin zanîn, nepaqij in. Ji ber ku Pêşmerge niha xwîna xwe di ber Kurdistanê de dirjînin ku ew jî di bin siya vî welatî de dijîn. Hêzên Pêşmerge ne tapo ye li ser navê aliyekî siyasî û bê cudahî hemû alî di nava Pêşmerge de di şer de beşdar in.”
Hersîn wiha got: “Şerê azadkirina Mûsilê ne kêmî wan şer û operasyonên Hêzên Pêşmerge yên herdu salên borî li dijî DAIŞê ne, ji ber ku ew axa ku tê rizgarkirin axa Kurdistanê ye û bi vê yekê sînorê Kurdistanê tê xêzkirin û herwiha metirsî jî li ser Kurdistanê namîne.”




