Kerkûk.. 89 termên terorîstan hene..Divê koçber vegerin bajarê xwe

Kerkûk-KDP.info- Asayişa parêzgeha Kerkûkê ragihand di êrişa 21ê Cotmehê de ya bi ser Kerkûkê de di dema 5 rojan de, Hêzên Ewlekariyê yên bajarê Kerkûkê 89 çekdarên DAIŞê kuştine û termê wan li Fermangeha Pijîşkî ya Dadweriyê ne.
Lîwa Helo Necat Rêveberê Asayişa Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Piroseya geran û lêkolînê li pey terorîstên DAIŞê li Kerkûkê berdewam e û îro jî Hêzên Asayişê karîn 5 terorîstên din li bajarê Kerkûkê bikujin. Bi kuştina wan 5 terorîstan jî hejmara termên ku gihştine Fermangeha Pijîşkî ya Dadweriyê bûye 89 term.”
Necat wiha got: “Ev hejmara han wan terorîstan li xwe nagire ku bi balafiran hatibin kuştin û termên wan di bin avahiyan de mabin, yan jî yên ku termên wan veşartibin.”
Rêveberê Asayişa Kerkûkê wiha domand: “Koçberên ku ji bajarên din ên Iraqê hatibin bajarê Kerkûkê divê hemû vegerin cihên xwe û îdareya Kerkûkê ew biryar daye.”




